image

Bajarê Kerkûkê bi gotina Serok Barzaniyê Nemir “Dilê Kurdistanê ye” û Kurd tu caran dev jê bernadin. Kurdistaneke bêyî Kerkûkê di dilên Kurdan de tune ye. 


PeyamaKurd - Roja 9ê çileyê, li bajarê Kerkûkê Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistan, Sekoyê Azadî û Tevgera Azadiya Komelgehê Kurdistanê ser bi PKK li bajarê Kerkûkê xwedê gravî “li dijî dagirkirina Kurdistanê” konferansek li dar xistin.

Armanca vê konferansê, ji wan partî û kesayetên siyasî diyar dibû ku di konferansê de beşdarî kiribûn. Her çendî konferans li ser navê “li dijî dagirkirina Kurdistanê” hatibe li dar xistin jî lê  di eslê xwe de beşdarvanên konferansê ji wan aliyan pêk dihat, ew aliyên ku naxwazin Kerkûk vegere ser herêma Kurdistanê.

Bi kurtasî, lêgerînek nû ji bo Kerkûka li derveyî Kurdistanê.

Ji ber vê yeke, roja din 10ê Çileyê, aktoren plankerên Konferansê Heşda Şebiyê, bi amadebûna Turkmen û Ereban li heman bajarî bi beşdarbûna Serokê Heşda Şebiyê Falih Feyaz ji bo Qasim Suleymanî merasîmek li dar xistin.

Êdî ev herdu bûyer bi hev ve girêdayî xuya dikin. Gelo li herêmê tevgereke nû tê hêvîkirin?

Heşda Şebî li hember hatina peşmergeyên Kurdistanê, dixwaze rê bigire û dibêje “Ez li vir im.”

Dewleta Îranê û hêza wê ya li Iraqê Heşda Şebî dizanin ku pêşmerge, kengî be wê vegere Kerkûkê û li hember vê îhtîmalê, peyaman ji hukûmeta Kurdistanê re rê dikin. Dixwazin ku heta hetayê bajarê Kerkûkê ji nava nexşeya Kurdistanê derbixin. Ji bo vê armancê jî her derfetê bi kar tînin.

Serokê Heşda Şebî Falih Feyaz di konferansê de wiha got Her çi qas piştî sala 2017an di navbera Hewlêr û Bexdayê de hinek bûyer çêbûbin jî ez naxwazim behsa wan bikim; lê tişta ku niha girîng e, divê em li hev werin û em ajendeyên veşartî li hember hev pêk neyînin.” Yanî Feyaz dibêje ku bila Kurd, êdî meseleya Kerkûkê venekin û Kerkûkê ji hişê xwe bavêjin.

Wextê ku hukûmeta Kurdistanê di 25ê Êlûnê de referandûma serxwebûnê pêk anî û di referandûmê de gelê Kurdistanê ji %92yan gotin em serxwebûnê dixwazin, dijmin û xêrnexwazên Kurdan di cih de li hev civiyan û ji bo ku serkeftina Kurdan li erdê bixin, hemî derfetên xwe danîne meydanê. Lewra peyva “serxwebûnê” tenê jî wan gelekî zêde ditirsîne. Bi taybetî jî Kerkûk ji bo Kurdistaneke serbixwe stûneke asê ye. Ji ber vê yekê, aliyên ku serkeftin û serxwebûna Kurdistanê naxwazin, kozik û çeperên xwe pêşiyê li derdora Kerkûkê vedidin.

Bi vê hedefê di 16ê Cotmeha 2017an de hêzên Îranî yên bi navê Heşda Şebî, hêzên Iraqê û Gruba 16 Oktoberê jî bi hev re hinek bazar kirin û dawiyê kirin ku Kerkûk ji bin desthilatdariya  Kurdistanê derkeve. Piştî vê bûyerê, Kurdistanê û Kurdên li Kerkûkê derbeke mezin xwarin. Hukûmeta nû Kurd ji bajêr dûr kirin, mal û milkê Kurdan talan kirin û erkdarên Kurd yên li ser wezîfeyê, ji wezîfeyê dûr kirin. Dixwazin ku vê rewşa niha bi Kurdan bidin qebûlkirin û herêma Kurdistanê bi tevahî lawaz bikin.   

Êdî xuya ye ku niha jî planeke wiha tê meşandin. Ew kesên ku gundekî jî layîqî Kurdan nabînin, li ser Kerkûkê dolab û planên mezin girê didin. Lewra bajarê Kerkûkê bi gotina Serok Barzaniyê Nemir “Dilê Kurdistanê ye” û Kurd tu caran dev jê bernadin. Kurdistaneke bêyî Kerkûkê di dilên Kurdan de tune ye.

Di vê reşwa krîtîk de hêz û partiyên Kurdan wê çi bikin?

Weke gelek caran dagirkerên Kurdistanê dixwazin ku Kurdan bidin singa hev û wan bi hev bidin kuştin. Gelo weke 16ê Cotmehê, wê li dijî hev tevbigerin an jî wê ji bo berjewendiyên hemî gelê Kurd tevbigerin?

Dîrokê, sed carî nîşanî Kurdan kiriye ku perçebûna wan, perîşaniya hemî aliyan e. Lê hevgirtina wan, dîsa ji bo hemî Kurdan, serkeftin e. Gelek caran wextê ku du kes li ser tiştekî şer dikin, ew tişt ji herduyan re jî namîne. Heke şer nekin; qet nebe, ji her yekî re nîvî dikeve.  

Ew Kurdistana ku Kerkûk tê de tune be, ji tu hêz û partiyên Kurdan re xêr û feydeyê nayîne. Di heman demê de Kerkûk ji bo pêşeroja Kurdistanê jî di xaleke pir girîng de ye. Hêzên ku ji bo tunekirina Kurdan dixebitin, bi rengekî eşkere li meydanê ne. Ji bo ku mirov vê yekê bizanibe, ne hewceyî îstîxbarat û agahiyên veşartî ye.

Heşda Şebî, tenê li dijî berjewendiyên Kurdan hatiye avakirin û heta niha jî wisa tevdigere. Pêşiyê divê Kurd têkiliyên xwe yên bi wan hêzan re bi dawî bikin. Divê hêzên Kurdan vê yekê bifikirin û wisa tevbigerin. Paşî divê hevdû qebûl bikin û li dijî hev zimanekî erênî bi kar bînin.

Doza Kurdistanê di ser doza kesan, partî û saziyên siyasî re ye. Çawa ku li Kobaniyê hêzên pêşmerge û YPGê bi hev re mil bi mil şer kirin û bi ser ketin, îro li Herêma Kurdistanê û li cihekî din jî heman yekîtî lazim e. Ji bo demeke dirêj Kurdan berê tifingên xwe nedane hevdû. Bila careke din Kurd xwîna birayê xwe nerijînin. Ku xwîn rijî, êdî zû bi zû nasekine.