image

PeyamaKurd - Destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û bi taybet xurtbûna PDK û Barzanîyan şik û gumanên mezin ji Îran û Tirkîyê re çêdike. Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê PDK û Barzanî di çavên van dewlet û hêzan de bûne strî û kelem û ketine çavên wan.

Ev hêzên ku li dijî dewletbûna Kurdistanê ne û naxwazin Kurd serbixwe bibin, ji bo rê li ber PDK û Barzanîyan bigrin, wan lawaz û bêhêz bikin, çi ji destê wan tê dikin, her rê û rêbazê diceribînin. Xiyaneta 16ê Oktoberê yek ji wan dek û dolaban bû û bi rêya beşek ji nava YNKê, Îran û Tirkîyê gîhan armanca xwe. Bi xiyaneta 16ê Oktoberê hem Kerkûk ji dest çû, hem jî darbeyek mezin li xeyalên serxwebûnê ket. 

Îran ji bo ku PDK û Barzanîyan lawaz û bêhêz bike, hewl dide ku YNK ya Lahor Talabanî li Kurdistanê xurttir bike û têkilîyên wê yên navnetewî bihêztir bike. Bi taybet Îran dixwaze navbera dewleta Tirkîyê û YNK ya Lahor Talabanî xweş û geş bike û têkilîyên Tirkîye û PDKê jî kiz û bêbandor bibe. Ji bo vê yekê jî stratejîyan datîne pêşîya xwe.

Yek ji wan serpereştê ku bi rêya Îranê dixwaze navbera dewleta Tirk û YNK ya Lahor Talabanî xweş bike, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih e. Berhem Salih, bi xwe jî girêdayî YNK ya Lahor Talabanî, Aras Şêx Cengî Talabanî, Ala Talabanî û yên wek wan e û bêyî wan nikaribû bibe Serokkomarê Iraqê. Berhem Salih, nikare bêyî vê grûpê gavekê bavêje û di xizmeta vê grûpê de ye. Ji alîyê din, şêwirmendê serekî yê Berhem Salih birayê mezin ê Lahor Talabanî Aras Şêx Cengî Talabanî ye. Ev yek jî nîşan dide ku Berhem Salih bêyî grûpa xiyanetkar a 16ê Oktoberê nikare gavekê bavêje. Helbet ev yek jî bi biryar û fermana Îranê ye.

Li gor agahdarîyên ku ketine destê PeyamaKurd, Berhem Salih bi rêya şêwirmendê Erdogan Îlnur Çevîk, bi fermî daxwaz kiriye ku Lahor Talabanî dawetî Enqerê bikin da ku Erdogan wî bibîne û pê re rûnê. Li gor agahdarîyên ku ketine destên me, Tirkiye bi erênî li daxwaza Berhem Salih nerîye û gotiye “niha operasyonên me yên leşkerî li Bakurê Iraqê (Kurdistanê) didomin, piştre emê bangî we bikin”.

Îran bi vê stratejîya xwe dixwaze bi rêya Serokkomarê Iraqê Berhem Salih navbera Tirkîye û YNK ya Lahor Talabanî xweş bike û herweha grûpa 16ê Oktoberê li Hewlêr û Duhokê bihêz bike û bi vî awayî PDKê lawaz û bêhêz bike. Ev manewra ne tenê li dijî PDK û Barzanîyan e, lê di heman demê de li dijî Amerîka û hêzên wê yên hevpeyman e jî. Îran karta 16ê Oktoberê hem li dijî PDK û hem li dijî hêzên koalîsyonê bi kar tîne.

Sedema ku PKK şerê xwe dikişîne Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk gav bi gav dikeve Başûrê Kurdistanê jî parçeyek ji vê plan û stratejîyê ye. Îran û Tirkîye bi riya beşek ji PKK û beşek ji YNK ji bo ku cih li PDKê û Barzanîyan teng bikin, çar alîyên wê dorpêç dikin û dixwazin wê ji taqetê bixin. Sedema ku grûpa 16ê Oktoberê dixwazin herêma Helebçe, Silêmanî û derûdorên wê bi Iraqê ve girêdin û ji Kurdistanê cuda bikin jî beşek ji vê stratejîyê ye.

Plan û stratejîyên van dewlet û partîyên dij Kurdistanî berdewam in û wê berdewam bin. Herweha nêzîkbûn û hevkarîya hêz û partîyên Rojavayê Kurdistanê, rol û bandora Barzanîyan dagirkerên Kurdistanê û hevkarên wan ditirsîne.

Nêzîkbûna Başûr û Rojava û di pêşerojê de belkî yekbûna herdu beşan tirs û xofê dixe dilê dagirker û hevkarên wan. Ev yek jî sedemek ji pêkanîna plan û stratejîyên wan yên kirêt e.