image

PeyamaKurd – Navenda Lêkolînên Ewlekariyê ya Netewî ya Îsraîlê raporek weşand ku di wê raporê de, behsa avakirina tora hevkariya ligel Kurdên Sûriyê tê kirin û balê dikişîne ser 3 qadên bingehîn.

Li gorî nûçeya li ser malpera The Syrian Observer hatiye belavkirin û navendeke lêkolînên ramyarî ya Îsraîlê raporek li ser navê Navenda Lêkolînên Ewlekariyê ya Netewî ya Îsraîlê belav kiriye ku di rapora navborî de, 3 armancên Îsraîlê yên sereke li Sûriyê hatine diyarkirin.

Ev armanc jî wekî; Başûrê Sûriyê, Herêma sînorî ya Iraq-Sûriyê û sînorê Sûriye-Lubnanê hatine destnîşankirin.

Di rapora navenda lêkolînê de, bang li artêşa Îsraîlê tê kirin ku hêzên Hizbullahê yên li herêmê bike armanc. Herwiha raporê balê dikişîne ser ku divê Îsraîl bi rêya alîkariyên mirovî li herêmê toreke xebatê ava bike.

Li ser îhtimala vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê jî bang li Îsraîlê tê kirin ku operasyonên xwe yên li ser sînorê Iraq-Sûriyê zêde bike.

“Di raporê de behsa avakirina toreke hevkariya ligel kurdên Sûriyê tê kirin”

Di raporê de, beşeke herî girîng jî ew e ku tê xwestin ku Îsraîl li Rojavayê Kurdistanê piştevaniya Kurdan bike û toreke hevkariyê ava bike.

Herwiha ji bilî avakirina toreke hevkarî û pêwendiya ligel Kurdan, tê gotin ku pêwîste Îsraîl alîkariyên aborî û leşkerî jî bo wan dabîn bike.

“Ji bo dûrxistina Esed ji deshilatiyê divê stratejîyeke nû bê pêşxistin”

Navenda Lêkolînê di rapora ku belav kiriye de dibêje, divê ji bo dûrxistina Esed ji ser deshilatdariya Sûriyê stratejîyeke nû were bipêşxistin, ji ber ku rêveberiyên berê rê didin Îranê ku serweriya xwe zêde bike.

Herwiha hatiye gotin ku 3 stratejîyên bingehîn ên Îsraîlê ku ji bo Sûriyê bipêşxistine jî şaş in û divê ew rêbaz were terikandin.

Di raporê de 3 stratejîyên şaş wiha hatine rêzkirin:

► 1; Bi operasyonên Îsraîlê yên li Sûriyê bi ser armancên Îranê de, pêşîgirtina armancên Îranê yên li herêmê

► 2; Bawerîpêdana bi Rûsyayê ku Îraniyan û komên bi ser wan ve ji herêmê derxe û rola Tehranê li Sûriyê kêm bike.

► 3; Stratejiya sêyemîn jî bawerîpêdana bi wê yekê ku hikûmeteke navendî ya bi seroktiya Esed jî hebe qebûl e û wê ji bo pêşîgirtina kaosê baştir be.


Werger: PeyamaKurd