image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, derbarê fermana wî ya êrîşa ser milîsên îranî yên nav sînorên Sûriyê de, ji lîderên kongreya Amerîkayê re nameyek şand.

Li gorî nûçeya malpera Insiderê, Joe Biden di nameyê de diyar kiriye ku mafê Amerîkayê heye, xwe û şirîkên xwe yên li herêmê biparêze.

Joe Biden dibêje; ‘’Wek bersiv min fermana wê operasyona leşkerî da ji bo parastina hêzên me û hevpeymanên me li hember wê êrîşê û êrîşên din ên wek wê di pêşerojê de daye.’’

Biden di nameya ku ji Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî û Serokê Demkî yê Senatoyê Patrick Leahy re nivîsandiye de dibêje ku ew êrîş, "Li gorî şertê madeya 51 a Neteweyên Yekbûyî û mafê Amerîkayê yê xweparastinê ye”.

Biden piştî êrîşa asmanî ya ser binkeyên milîsên îranî yên li nav xaka Sûriyê ragihandibû ku wî ew ferman wekî bersiva êrîşên hêzên milîs ên li Hewlêrê û Bexdayê daye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, ew ferman di çarçoveya mafê bikaranîna hêzê ji bo xweparastina rewa daye ku di nameyê de destnîşan dike, Amerîka her tim amade ye di çarçoveya xweparastina rewa de, xwe û şirîkên xwe bi rêgiriyên nisbî biparêze û wê bi vî awayî li dijî êrîşên milîsan raweste.

Herwiha hin endamên kongreyê nerazîbûn ji wê biryara Biden re nîşan dane ku dixwazin yasaya AUMF ya bikaranîna hêzê ya salên 2001-2002yan de hatiye derxistin were betalkirin.

Werger û sererastkirin: PeyamaKurd