image

PeyamaKurd – Roja 6ê meha Nîsanê li navçeya Nisêbînê, mamosteyeke bi navê Buşra Tarim li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek weşand.

Di peyama xwe de wiha gotiye: “Êdî bila tayîna min derkeve Xwudayê min, lewra ji bo insanên ku bi Kurdî diaxivin tehemûla min nemaye (Artık tayinim çıkabilir mi Allahım, insanların Kürtçe konuşmasına tahammülüm kalmadı da).”

Piştî ku ev peyam hate weşandin ji gelek aliyan ve bertek hatin nîşandan. Li gorî îdiayan Sendîqaya “Egitim Sen”ê jî di derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin. Piştî demeke kin qaymeqamiya Nisêbînê jî di derbarê bûyerê de peyamek weşandiye û gotiye ku “Bêyî xebera mamosteyê ev peyam hatiye weşandin.”

Bi rastî êdî mirov nikare ji kîjan aliyî ve bûyerê binirxîne. Lewra tu ji kîjan aliyî ve binêrî, rewş pir kambax e.

Ya pêşî; mamosteyeke ku li bajarekî Kurdan dixebite û nanê wê herêmê dixwe û salên xwe di nava wan insanan de derbas dike, ew qasî ji wan insan û çanda wan nefret dike ku tehemula zimanê wan jî nake. Heke insanên Îngîlîz ji welatê xwe werin û li welatê wê pêre bi Îngîlîzî biaxivin, jixwe jê vê aciz nabe û bervajî vê, bi heyranî li wan dinêre. Lê belê di gotinê de Îngîlîz neyar û dijmin in û Kurd jî bira ne. De were vî kerî bide vî borî…

Ya duduyan; di demeke kin de qaymeqamiya Nisêbînê, berî ku mamoste xwe biparêze, dav û devlingên xwe hilkirin û ji mamosteya xwe re got, tu qet xwe neêşîne, parastina te li min. Êdî ev tewr jî wê peyamê dide kesên weke wê mamosteyê û dibêje, binêrin heke hûn li Kurdan heqaretê bikin, pirsgirêk tune ye, em li pişta we ne. Ev jî dike ku gavên mezintir werin avêtin.

Ya sisêyan jî; tevî vê qas heqaretê Kurdek (ji xeynî çend bertekên qels) ranabe û nabêje, ev yek nayê qebûlkirin. Nabêje, kanî em xwişk û bira bûn. Naxwe hemî gotinên we derew in. Madem tehemula we ji zimanê me re tune ye, ya me qet ji yê we re tune ye. An jî ez bi we nikarim, qey ez bi xwe jî nikarim. Madem tu ew qasî ji zimanê min aciz î, ez jî ehd û peyman dikim ku careke din bi zarokên xwe û Kurdekî re bi Tirkî neaxivim.

Ji bo ku gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkeve, qey divê çi yê din were kirin? Ew kesên ku zimanê çend dewletan li dibistanan bi zorê bi zarokên xwe didin hînkirin, tehemul nakin ku tu li mala xwe bi zimanê xwe biaxivî. Qey Kurd wê kengî bîrewer û hişmend bibin?!!!