image

PeyamaKurd – 3 kesên ku wêneyên navenda balafirên bêmirov ya dronan (AR-GE) kişandin hatin desteserkirin. Di nava wan de 2 kes ji wan Rûs in. Navend ew dere ku plan û pêşdebirina balafiran li wê derê têkirin. Parêzgeha Îstenbolê ragihand ku wan bê îzin fotoyan kişandine û dê hûrahiya mijarê paşî bê ragihandin. Parêzgeh weha got:

“Li herêma ku navenda balafirên bêmirov lê ye an ku navenda AR-GE yê ye, kişandina wêneyan û vîdeoyan tabiê îznê ye, 2 kesên Rûsî yê bi navên I.M. û hemwelatiyê Tirkiyê yê bi navê A.Ç.K. ji aliyê tîmên asayîşa me de, duhî siet li dora 10.30 an hatine binçavkirin. Lêpirsîna di derbarê wan de dewam dike. Bi fermana serdozgeriyê wextê wan yê binçavkirinê 3 roj hatiye dirêjkirin.”

Hûrahiya mijarê dê paşî bête ragihandin.