image

PeyamaKurd - Almanya, Fransa û Brîtanyayê bi daxuyaniyeke hevbeş hişyariyeke tun dan Îranê û gotin, heger Îran bixwaze di peymana nukleerî de bimîne, divê demildest vegere.

Her sê welatan destnîşan kirin ku biryara hilberandina ûranyûmê ji aliyê Îranê ve ti baweriyê nade wan û armanceke leşkerî ya cidî li pişt wê heye.

Li gorî peymana atomî ya Îranê ku sala 2015an bi beşdariya Amerîka, Çîn, Rûsya û welatên mezin ên Ewropayê hatibû îmzekirin, nabe heta 15 salan Îran ûranyûmê bidest bixe, lê belê piştî vekişîna rêveberiya Trump ji peymanê parlamena îranê biryara zêdekirina rêjeya ûranyûmê wergirtibû.

Herî dawî hefteya derbasbûyî Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî raporek belav kir ku tê gotin, Îranê pêngaveke mezin derbarê çêkirina çekên atomî de avêtiye û madeyek dabîn kiriye ku pêwîstiyeke sereke ya çêkirina çekên atomî ye.

Piştî belavbûna wê raporê, rêveberiya Trump guvaşên ser Îranê zêde kirin û Îran bi hewandin û parastina serkirdeyên El Qaîdeyê tometbar kir. Herwiha Amerîkayê hefteya borî 2 saziyên dewlemendên nêzîkî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê ve cezakirin.