image

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya îro ya di derbarê Kovid-19 ê de belav kir. Tablo gelek girane û li gor tabloyê jimara kesên bi sedema pandemiyê can dane 193 kesin û kesên testên wan posîtîv derketine 32.736 kesin. Reqemên din yên rojane yên pandemiyê wehanin:

19.338.181 test heya îro hatine kirin.

     527.070 kes heya îro nexweş ketine.

       14.509 nexweş heya îro wefat kirine.

         5.703 nexweş di halê giran de ne.

     423.142 nexweş heya îro baş bûne.

     194.435 test îro hatine kirin.

       32.736 test îro posîtîv derketine.

         6.903 kes nexweş hene.

            193 nexweş îro wefat kirine.

         4.811 nexweş îro baş bûne.

          %3,3 di nexweşan de zaturye heye.