image

PeyamaKurd – Fas û Amerîkayê li ser Sehra Rojava konferansekî lidarxistin û 40 welat destekê dan otonomiya Sehrayê lê di bin desthilatiya Rabatê de. Rabat payîtexta Fas (Mexrib) ê ye.

Konferansa di bin serpereştiya wezîrê karên derve yê Fasê Nasir Burita û cîgirê wezîrê Amerîkayê yê ji karên Rojhilata Nêz berpirs David Schenker de hat kirin û ji 40 welatan 27 ji wan di asta wezîran de hatin temsîlkirin.

Her 40 welat otonomiya Sehrayê destek kirin ku Sehra Rojava ji sala 1975 a de mêtingeha Îspanyayê bû û Îspanya jê vekişiya, dewleta Fasê axa Sehrayê bera ser axa xwe da û heya roja îro Sehra serxwebûna xwe dixwaze. Sehra di navbera Fasê û Morîtanyayê de bûye du perçe lê kes niha behsa dagirkeriya Morîtanyayê nake.

Bo serxwebûna Sehra Rojava rêxistina Polisario yê heya sala 1991 ê bi her dû dewletan re şer dikir û bi navbeynkariya NH agirbesê ragihand lê heya niha mijara Sehrayê çareser nebûye.

Sehra Rojava weka Kurdistanê ye lê bi yek ferqekî: Kurdistan 4 perçeye lê Sehra Rojava du perçeye.