image

PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê bo rêxistinekî ku bi Rêxistina Parastina İnovasyon û Lêkolînê (SPND) ya Îranê re dixebite, hem rêxistinê û hem rêvebirê wê xiste nav lîsteya dorpêçê.

Wezareta Xezînê bi nivîskî ragihand ku ofîsa wan ya OFAC ê wê dorpêçê deyne ser grûba Shahid Meisami û rêvebirê wê Mehran Babri. Rêxistina navborî bi ser rêxistina SPND yê ve ye û li ser lêkolînên kîmyewî yên welat de cîh girtiye. SPND di sala 2014 an de di belavkirina sîlihên komkujiyê de cîh sitendiye lewra xistine lîsta reş.

Wezîrê xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin, li ser mijarê got ku Îran di pêşdebirina sîlihên komkujiyê de cîranê xwe û dinyayê tehdîd dike û wê Amerîka li hemberê pêşdebrina sîlihên kîmyewî ji aliyê Îranê de bibe asteng.