image

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Jonathan Hoffman li ser tatbîqata hevpar ya dewleta Yûnansitanê û Fransayê ya li Derya Sipî beyanekî da û di beyana xwe de got ku ew ji tatbîqatê endîşe dikin û dixwazin li herêmê gengeşî kêm bibin.

Serokerkaniya Yûnanistanê ragihand ku wan di çarçoveya hevkariya leşkerî ya daîmî de, ew seha ku Tirkiyê tê de NATEX îlan kiriye di navde, îro tatbîqatekî leşkerî kirine.

Berdevkê wezareta bergiriyê ya Amerîka Hoffman di civîna çapemeniyê de li ser tatbîqata Fransa û Yûnanistanê ya hevpar weha got:

“Li ser pêşdeçûnên rojhilatê Derya Sipî em bi endîşe ne. Fransa û Tirkiyê di nava NATO dê hevkarên me yên girîng in. Em dixwazin arîşe kêm bibin. Em dixwazin bi wan re hevkariya xwe dewam bikin û bê ku balafir û keştiyan bikarbînin, arîşeyên xwe çareser bikin.”