image

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku jimara leşkerên xwe yên li Iraq û Afxanistanê dadixe 2.500 an.

Wekîlê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Christopher Miller, ragihand ku li ser daxwaza serokê Amerîkayê Donald Trump jimara leşkerên xwe yên li Iraq û Afxanistanê kêm dike. Miller got ku li her dû welatan 3.500 leşkerên wan hene û yê Iraqê dê daxînin 2.500 leşkeran.

Miller, ragihand ku dixwazin şerên 20 sale dewam dikin, dixwaze dawî li wan bîne û gelek nêzî bi dawîbûnê ne. Ev jî nîşan dide ku leşkerên Iraqê şiyanên xwe zêde kirine.