image

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Jen Psakî li ser mijara bepirsiya Prensê Siûdî Muhammed bin Selman di kuştina Cemal Kaşikçi de, ragihand ku rêyên berpirs dîtina Erebistana Siûdî yên ji cezakirina Selman bi bandortir hene.

Psakî beşdarî bernameya CNNê "State of the Union" bû û biryara Joe Biden a cezanekirina Muhammed bin Selman parast û got ku wan ji bo kesên di wê tawanê de cî girtine gelek dorpêç sepandine.

Psakî li ser pirsa ‘Gelo ev naşibe wê ku hûn kesê sûîqest kiriye ceza bikin û serokê wê bê ceza bihêlin?’ jî got, “Ji bo em jê piştrast bibin bûyereke wiha car din dubare nebe, em bawerin rêyên bi bantortir hene. Em cih ji qada xebatên hevpar re dihêlin.”