image

PeyamaKurd – Ajansa Associated Press (AP) ê ragihand ku li Myanmarê bi sedema xwepêşandanan jimara kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatine kuştin gihaye 33 kesan. Li Myanmarê piştî leşker dest danîbûn ser rêvebiriya welat, temamê rêvebirên sîvîl yên hilbijartî xistine zîndanê û hinek ji wan di bin çav de ne. Li ser van bûyeran xelk daketibû kolanan û îro 3 roje ku hêzên ewlehiyê fişekên rast li hemberê xwepêşandêran bikartînin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku li bajarên Yangon, Salin, Mandalay, Mawlamyine, Myingyan û Kalayê îro 33 kes jiyana xwe ji dest dane. Hêzên ewlehiyê her weha gelek xwepêşandêr û rojnamevanan xistine bin çav.

Leşker di 1 ê sibatê de dest danîbû ser rêvebiriya Myanmarê û sedem jî ‘çima hîle ketiye nav hilbijartinan’ nîşan dabû.