image

PeyamaKurd – Li gor rojnama Îsraîlê Axios ê; hukumeta Îsraîlê ferman daye wezareta bergiriyê ya Îsraîlê da xwe amade bike. Li gor rojnamê; bi îhtîmala ku Trump dibe êrîşê bibe ser Îranê, hukumeta Îsraîlê ji wezareta xwe xwestiye da xwe amade bike.

Rêvebirên Îsraîlê ragihandine ku wezareta bergiriyê ya Îsraîlê sedema ku xwe amade dike, Îran dikare li, Sûriyê, Xezza û Lubnanê bi rêya layangirên xwe rast e rast Îsraîlê bike hedefa xwe.

Hefteya borî di rojanama Amerîkayê ya New York Times ê de hatibû ragihandin ku serokê Amerîkayê Donald Trump di baregeha xwe ya Owal de bi nûnerên asayîşa Amerîkayê re civiya û bijarteyekî xwestiye da li tesîsa nukleerî ya Îranê bixe.

Li gor nûçeyên ketine ser çapemeniyê, Mike Pompeo, Mike Pence, Mark Milley û Christooher Miller gotine ku êrîşa ser tesîsên Îranê dibe ku rê li ber şerekî berfireh veke û nehiştine Trump bikeve nava tevgerekî êrîşî.

Rojanama Times ê gotiye Trump rast e rast dê li Îranê nexe lê li ser alternatîvên din dixebite.

Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz, bi wezîrê bergiriyê yê Trump re bi Christopher Miller re di nava hefteyê de du cara axifiye an hevdîtin kiriye. Di hevdîtin an axaftinan de li ser Îranê û Sûriyê di mijarên hevkariya li hemberê wan axifîne.

Hefteya borî serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû bi welîehdê Erebistana Si’ûdî re Prens Muhammed Bin Salman re civiyabû. Rêvebirên Îsraîlê radigihînin ku mijarên li ser ê axifîne yek ji ya esasî Îranê.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hefteya borî Îsraîlê û çend dewletên kendavê geriya û li ser mijara Îranê axifî. Kesên bi Pompeo re seredana wan dewletan kirin gotin ku “hemû alternatîv li ser masa wan in.”

Pompeo di wexta seredana xwe de got ku CENTCOM (Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê) balafirên bombardimanên yên stratejîk B-52H şandiye Rojhilata Navîn. Nehat gotin bê wan balafiran wê li kîjan welatî bixebitin.

Nûnerê leşkerî yê serokê ayînî yê Elî Hamaney yê Îranê Huseyîn Dehghan hefteya borî peyam daye AP yê û gotiye ku di Rojhilata Navîn de êrîşeka leşkerî li hemberê Îranê bibe, dikare şerekî berfireh bide destpêkirin.

Rêvebirên Îsraîlê gotine ku bende ne berya Amerîka êrîş bike ser Îranê dê Îsraîlê agahdar bike.