image

PeyamaKurd - Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê ku kesê sereke yê serdana Papayê Vatîkanê ya bo Iraq û Kurdistanê saz dike, ragihand ku ew bi vîrûsa Koronayê ketiye, lê ev yek bandorê li ser serdana Papa Francîs nake.

Balyoz Mitja Leskovar ragihand, ew û çend karmendên din ên balyozxaneyê bi koronayê ketine û wan xwe karantîne kirine.

Leskovar destnîşan kir ku pêketina wan a bi koronayê, wê bandorê li ser bernameya serdana Papa neke.

Papayê Vatîkanê Papa Francîs di navbera 5–8ê Adarê de serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê dike û amadekariyên bo serdanê berdewam dikin.

Li gorî bernameya serdanê, Papa Francîs roja 5.3.2021an digihe Bexdayê, roja din jî serdana Necefê dike û ligel Merciê Bilind ê Şîeyan Elî Sîstanî dicive û ji wir serdana şûnwara Or dike.

Papayê Vatîkanê roja 7ê Adarê serdana Herêma Kurdistanê dike û li Balafirxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û kesayetiyên olî ve pêşwazî lê tê kirin.