image

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal ragihand ku wî ji erka xwe îstifa kiriye.

 Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal li ser hesabê xwe yê medya civakî yê Twitterê ragihand ku wî karvekêşana xwe ji erka berdevkiya hikûmetê daye.

Telal pesnê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî da û got: “Ev peywira gelek hûrgilî û hestiyar, zilamekî niştimanî û xwedî niyeteke rastgo da min, lê têgihiştina min cuda ye.”

Ehmed Mela Telal da zanîn ku ew dê di xizmeta welatê xwe de li cih û warên din berdewam bike.