image

PeyamaKurd – Li welatê Tanzanyayê berya hilbijartina giştî çêbibe, li komegiravên Zînzîbarê bûyerên bi şiddet qewimîn û jimara kesên ku mirine gihaye 9 kesan. Li Tanzanyayê hilbijartin sibê çêdibe.

Partiya muxalif ya bi navê Hevkariya Guherîn û Zelaliyê (ACT-Wazalendo) ragihand ku îro îznê dane hinek wezîfedarên fermî û hêzên asayîşê da rayên xwe bikarbînin lê di kaxezên hilbijartinê de hîle hatine kirin, xwepêşandêr qebûl nekirine û polîs bi sîlihan li xwepêşandêran xistiye û 9 kes hatine kuştin.

Partî ragihand ku namzetê wan yê Zînzibarê Seyf Şerîf Hamad hatiye binçavkirin û ber destê êvarê serbest hatiye berdan.

Heya niha li Tanzanyayê 72 kes hatine binçavkirin, xwegihandina medya civakî hatiye bi sînorkirin, xelk bo bijartina serokê dewletê û parlementeran siba diçe ser sindoqan.