image

PeyamaKurd – Li welatê Îranê jina bi navê Zehra Îsmaîlî ku zilamê xwe kuştibû û bi cezayê didardekirinê hatibû cezakirin, li ber sêdarê dilê wê rawestiya û mir. Lê tevî mirina wê jî xesûya wê xwest ku wê li sêdarê xin û rêvebirên înfazê heman tiştê kirin.

Jin a bi navê Zehra Îsmaîlî bi sedema ku zilamê wê lê û li keça wê şiddetê dikir, mêrê xwe kuştibû. Tevî ku jinik li ber sêdarê mir jî, car din wê li sêdarê dan û vê kiryara xwe weka egera qanûna Îranê nîşan dan. Berya Zehra Îsmaîlî bibin ber sêdara îdamê didardekirina 16 zîndaniyên zilam pê dane temaşekirin.

Zehra Îsmaîlî di zîndana Racaî Şehr de dima û bûyer roja şemiya çû, rû daye.