image

PeyamaKurd -  Li bajarê Xezne yê Afganistanê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek li dijî yekînekeyeke leşkerî pêk hat ku 7 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Afganistanê Tariq Aryen li ser mijarê ragihand, bûyer li herêma Kotal Rawza ya bajarê Xazneyê rû daye û bi otomobîleke bombebarkirî yekîneya leşkerî bûye armanca êrîşê.

Aryen daye xuyakirin ku di êrîşê de 7 karmendên ewlekariyê can dane û 16 jî birîndar bûne.

Hîn ti aliyekî berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.