image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden got ku kuştina Cemal kaşıkçı tam skandalekiye û bi sedema ku sûc, sûcê mafên mirovaye, wê ji rêvebiriya Erebistana Si’ûdiyê hesab bipirsin. Hem Biden ragihand ku têkiliyên Amerîkayê bi hevkarên xwe bi Erebistanê re dê ji nûh de birêve bixe. Biden, di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Amerîkayê bi Univision re kir û got ku wê beyana xwe ya di derbarê guhertina têkiliyên bi Erebistanê re roja duşemê ragihîne.

Ne tenha Biden her weha wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken wexta pirsên rojnamevanan dibersivand got weha got:

“Bo bi berjewendiyên Amerîkayê û bi qiymetên wê re baştir lihev be, pêdiviya me bi kalîbreyekirina têkiliyan heye. Lê wê têkiliyên me yên ji nûh de, nekin ku têkiliyên me bi Erebistanê re bên birîn.”

Li aliyê dinê piştî belavkirina rapora rojnamevan Cemal Kaşıkçı Erebistan nerazîbûna xwe ragihandibû û gotibû ku ti têkiliya Prens Selman Muhammed bi cînayetê tineye.