image

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken bi hevtayê xwe yê Îsraîlê Gabî Ashkenazî re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.

Wezaretê diyar kir ku Blindken li ser çareserkirina kêşe û nakokiyên navbera Îsraîl- Filîstînê destnîşan kiriye ku ji bo pêşeroja Îsraîlê çareseriya herî guncav çareseriya du dewletî ye.

Wezareta Derve daye xuyakirin, Blinken ji Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi re ragihandiye, rêveberiya Joe Biden dibîne ku çareseriya bo misogerkirina pêşeroja Îsraîlê dewletek Cihû û demokratîk ya li kêleka dewleta Filîstînê ye.