image

PeyamaKurd -  Bi sedema di 20 ê mehê de serokê Amerîkayê yê nû Joe Biden erka serokatiya Amerîkayê dewr bigre ser xwe, 21 hezar parêzvanên netewî hatin wezîfedarkirin. Wekî din jî amadekariyên bo merasima teslîma serokatiyê dewam dikin. Ji ciyên cuda yên Amerîkayê gelek hêz hatine şandin bo merasimê.

Sekreterê artêşê yê buroya parastvanên netewî Ryan McCarthy, ragihand ku ji çar aliyê Amerîkayê 21 hezar parastvan hatine erkdarkirin. Wê bibin alîkarê hêzên ewlekariyê. Tenê 117 alavên leşkerî ji Acwortê hatine sewqkirin bo ciyê merasimê.

Tê gotin ku di rojek berê de wê serokê berê Donald Trump ji Washingtonê veqete û dibe merasimeka biçûk bo wî bêkirin û tevlî merasima Biden nebe.