image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu, serokê komisyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen û hinek ji endamên komîsyonê li hev civiyan. Daxwaza Tirkiyê geşepêdana tevlîbûna Tirkiyê bo YA yê, rojanekirina yekîtiya gumrikê, serbestiya vîzeyê û hinek mijarên din bûn. Li ser mijarê nûnerê karên derve û siyaseta ewlehiyê ya YA yê Josef Borrell weha got:

“Fêda YA yê di hevkarî û berjewendiyên her dû aliyan ya li ser esasê qedr û qaîdeyan, feda stratejîk ya YA yê heye.”

Piştî hevdîtina bi Borrell re, Çavuşoğlu bi Von der Leyen û Margaritis Schinas, Ylva Johansson û Oliver Varhely re hevdîtin kir. Civînên han bo çapemeniyê girtîbûn.

Di civînê de çi axaftin hatine kirin û li ser kîjan mijaran çawa lihev kirine nehat ragihandin.