image

PeyamaKurd – Papa Francîs, bi Mercîe Şîeyên Iraqê Ayetula Elî Sîstanî re civiya. Piştî civînê ber bi parêzgeha Zîqarê ve bi rê ket.

Îro roja serê sibehê, Papa Francîs bi Mercîe Şîeyên Iraqê, Elî Sîstanî re civiya.

Herwiha piştî civîna bi Elî Sîstanî li Necefê, Papa Francîs ji balafirxaneya Necefê, ber bi bajarê Ûrê ya ser bi Parêzgeha Zîqarê ve bi rê ket û dê li wir ligel nûnerên ayînî bicive.

Biryar e, Papa piştî serdana Zîqarê, vegere Bexdayê û êvarî li Kîlîseya Mor Yûsef a kildaniyan beşdarî merasîmeke dînî bibe.

Papa Francîs do roja Înê 05.03.2021ê serdana Bexdayê kiribû û ligel aliyên siyasî yên Iraqê civiyabû. Herwiha wê Papa sibehê 07.3.2021ê jî, serdana Hewlêrê bike.