image

PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Zaharova, ragihand ku dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê yên li Idlibê yên li ser rêya M4 ê, bi sedema leystikên grûbên çekdar hatine rawestandin. Berdevk Maria Zaharova weha got:

“Grûbên çekdar êrîşên xwe yên ser çeperên hêzên hukumetê û deverên nêzê wan zêde kirin û leystikên xwe yên bi dirêjahiya koridora M4 ê dewam dikin. Bi vê sedemê me dewriyên xwe yên Rûs-Tirk yên hevpar da sekinandin.”

Zaharova got ku li seranserê Sûriyê, bi giştî hal weka xwe dimeşe lê li Idlibê ew deverên ku ne di kontrola hukumetê de ne, di wan de arîşe dewam dikin.