image

PeyamaKurd – Donald Trump, di bidawîbûna serokatiya xwe de, li gor kevneşopiyên sîyasî yên Amerîka tevnegeriya û beşdarî rêûresma sondê ya Serokê Amerîka Joe Biden nebû, lêbelê piştî rêûresmê nameyek bo Biden nivîsî.

Ji ber ku Trump beşdarî rêûresma sondê ya Biden nebûbû û serê sibê ji Qesra Spî derketibû, hatibû meraq kirin ku ew ê nameyekê binivîsîne yan na. Lê Donald Trump nameyek ji Joe Biden re nivîsî, lê heta niha naveroka wê nameyê nayê zanîn, ku Trump bo Biden çi nivîsiye.

Li Amerîka ji 1989an vir ve, weke kevneşopîyê serokê berê beşdarî rêûresma serokê nû dibûn, lê Trump li gor vê kevneşopiyê tevnegeriya.

Trump, ku bi zimanekî eşkere dide zanîn, ew encamên hilbijartinê qebûl nake, ji hilbijartinan vir ve bi Biden re nepeyivîye.

Wî di axaftina xatirxwestinê de, qala serokê hilbijartî Joe Biden nekir, lê got, ew hêvî dike ku ew bacan zêde neke.