image

PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Wanê derbarê 5 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, li ser axaftinên wan û parvekirinên medya civakî lêpirsîn da destpêkirin û dosyeya dozê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re şand.

Hat ragihandin ku lêpirsîn ji bo parlamentarên HDPê yên 8ê Çile di daxuyaniyeke rojnamevanî de axaftin kirine; Berdan Ozturk, Sezai Temelli, Muazzez Orhan Işık, Tayip Temel û Murat Sarisaç jî ji bo parvekirinên medya civakî hatiye destpêkirin.

Serdozgeriyê bi hinceta ku ‘Milê tirk, komara tirk û saziyên dewletê piçûk dixin’ û ‘kîndarî û neyartiyê tehrîk dikin’ lêpirsîn daye destpêkirin û dosyeya dozê jî bi sedema ku ‘bêerkbûnê’ ji Serdozgeriya Enqerê re şandiye.