image

PeyamaKurd – Di hevpeyvîneke rojnamevanî de do Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, ew bi hêvî ye ku di bin seroktiya Joe Biden de, gavên erênî di warê rola Tirkiyê ya di programa F-35an de werin avêtin.

Erdona da zanîn, ji ber kirîna moşekên S-400an, derxistina wan ji wê programê, biryareke şaş bû.

Serokê Tirkiyê ji rojnamevanan re destnîşan kir û got: “Tu dewlet nikare gavên ku em ê di warê sektora berevaniyê de bavêjin kontrol bike. Tenê em ê wê biryarê bidin.”

Erdogan eşkere kir, danûstandin bi Rûsya re didomin ku beşa duyem ya S-400an bişîne û ew ê di dawiya vê mehê de, civînekê li ser wê mijarê pêk bînin.

Kirîna çekên Rûsî ji hêla Tirkîyê ve di navbera Washingtonê û Enqerê de ji mêjve bûye pirsgirêkeke mezin.

Washington dibêje, sîstema S-400 li ser balafirên şerker yên F-35 û sîstemên berevaniyê yên NATOyê gefan çêdikin.

Tirkiye vê yekê red dike û dibêje, moşekên S-400 wê di nava sîstemên NATOyê de neyên xebitandin.