image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Moskowayê civiyan. Piştî civîna her dû wezîran bi heyetên wan ve, her dû alî derketin ber çapemeniyê û di derbarê civînê de agahiyan dan çapemeniyê. Li gor daxwuyaniya wezareta Iraqê:

“ Bi armanca girîngîdana berjewendiyên hevbeş, her dû alî li ser dewama pêwenidyên navbera Bexda û Iraqê di gelek waran de hemfikir bûn. Bi taybetî li ser têkiliyên stratejîk, siyasî, aborî û bazirganiyê de.”

Di mijarê de wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn weha diyar kiriye:

“ Di pêwendiya navbera Iraq û Rûsyayê de pêşketinên berçav hatine dîtin, li ser asta berjewendiyên dualî jî destkeft hebûn. Bi taybetî li ser 4 bendan ku ew jî xwendin û perwerde, tendirustî, petrol û ji veguhestinê pêk tê, biryar heye ku di sala bê de (2021), di civînên hevbeş de di navbera heyetan de, peymanên hevkariya aborî û teknîkê werin îmzekirin.”

Huseyîn di mijara rola Rûsyayê de behsa rola Rûsyayê di şerê li dijî İŞİD ê de kiriye, dewama perwerdekirina hêzên serbazî yên Iraqê û her weha di seha bidestxistina agahiyên îstîxbarî de bo berlêgirtina tevgerên İŞİD ê de pesnê Rûsyayê daye.