image

PeyamaKurd - Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê General Xelîfe Hefter ku li dijî hikûmeta Wîfaq a Libyayê û piştevanên wê şer dike, li dijî destwerdana Tirkiyê derket û got, “Gelê Lîbyayê tenê şer û kuştin ji Tirkan dîtiye, careke din dagîkeriya Tirkan qebûl nakin û em ê bersivê bidin.”

Xelîfe Hefter doh li pêş yekîneyeke Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand, “Tirk zêdetir ji 300 salî li Lîbyayê man, gelê Lîbyayê jî ji bilî şer, kuştin, dizî û talan ji Tirkan tiştek din nedîtin.”

General Hefter got: “Em li hemberê ne, derkirina wan armanca me ya sereke ye. Em dagîrkeriyê qebûl nakin. Me ew carekê nas kirin, careke din jî qebûl nakin bên dagîrkirin”.

Hefter destnîşan kir ku ew dê bersiva dagîrkeran bidin û ti welat ji wan komên çete re nîn in.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê bi armanca piştevanîkirina li hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê ya bi serokatiya Fayiz Serac, ligel hejmarek ji serbazên Tirkiyê nêzîkî 8 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê şandine Lîbyayê û li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Hefter şer dikin.

Herwiha ev demek e ji ber amadekariyên Tirkiye û hikûmeta Wîfaq ên şer, li bajarên Sirte û Cufrayê alozî zêde bûye ku Parlemana Misrê daxwaza destwerdana leşkerî kiribû.