image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Îsraîlê ragihand ku derziya Covid-19 a Pfizer/BionTech ji sedî 98,9 pêşiya mirinên ji ber vîrusa koronayê digire.

Îsraîlê welatê ji destpêkê ve derziya Pfizerê li ser welatiyên xwe bikar tîne ye û heta niha nêzîkî ji sedî 70yê hemwelatiyên Îsraîlê hatine derzîkirin.

Wezareta Tunduristiya Îsraîlê ragihandiye ku derziya Pfizer a koronayê bi taybet piştî doza duyem ji sedî 98,9 pêşiya mirinên ji koronayê digire û herwiha ji sedî 99,2 jî pêşiya wê yekê digire ku nexweş li nexweşxaneyan bêne razandin.

 Wezaretê ragihandiye ku niha ji ber lêdana derziyê li welatiyan, razandina nexweşên koronayê li Îsraîlê ji sedî 98,9 daketiye.

Li Îsraîlê ku nifusa wê 9,3 milyon kes e, heta niha derziya Pfizerê li 4 milyon û 250 hezar û 643 kesan hatiye xistin û doza duyem jî li 2 milyon û 881 hezar û 825 kesan hatiye xistin.