image

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê diyar kir; vê sibehê balafirên Îsraîlê li parêzgeha Hemayê êrîşî çend deveran kirin.

Li gor SANAyê ragihand, bombebaran di saet 04:00ê sibehê de hatiye kirin û Hêzên Berevaniya Esmanî yên Sûriyê hewl dane bersiva êrîşê bidin.

Heta niha derbarê hejmara qurbaniyan û navnîşana deverên ku hatine bomberankirin de, tu zanyarî nehatine belavkirin.

Serokerkanê Îsraîlê di destpêka vê mehê de eşkere kiribû ku li Sûriyê "li dijî pêgehên Îranê yên li Sûriyê gelek êrîş encam dane".