image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, bangî Tirkiyê kir da mîlîtanên ji Sûriyê birine Qerebaxê bi paşde vekişîne. Le Drian di parlementoya Fransayê di komisyona karên derve de axifî û got:

“Ev çend roje hinek guherîn di beyanên tonên rêvebiriya Tirkiyê de dibînim…Lê guherîna di gotinan de têr nake. Pêdivî bi nîşaneyên tevgerî û guherîna siyasetê ya rastîn heye. Tiştên em ji Tirkiyê dixwazin yek ji wan ew e ku leşkerên bi pere yên ji Sûriyê ku li Qerebaxê bicîh kiriye jê vekişîne.”

Wezîr, di beyanên xwe de got ku di meha pêşiya me de wê lîderên dewletên Yekîtiya Awrûpayê di zîrweyê de li gor halê Tirkiyê û wê wextê biryara xwe bidin.