image

PeyamaKurd – Wezareta gihandinê û avahiyên bingehîn ya Tirkiyê li ser keştiya ku li bajarê Bartınê di deryayê de noqav bû ragihand ku ji xebatkarên keştiya barhilgir ji 12 kesan 6 kes hatine rizgarkirin. Kaptanê Rûsî di nav de cesedên 3 kesan dîtine û di derbarê her sê kesên din de waha ragihand:

“Li her sê kesên din digerin bê di nava keştiyê de ne an di deryayê de ne em nizanin. Lê yekîneyên fermandariya ewlekariya peravên deryayê di deryayê de xebatên xwe dewam dikin.”