image

PeyamaKurd - Komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê ji bo encamdana hilbijartinên pêşwext ên Iraqê pêşniyara paşxistin û tarîxeke nû pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Komisyonê ji Serokwezîr Kazimî daxwaz kir, hilbjartina pêşwext a parlemantoyê di 16ê meha Cotmeha 2021ê de were encamdan.

Beriya niha Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kiribû ku wê hilbijartina pêşwext di 6ê Hezîrana 2021ê de di bin çavdêrî û şopandina Neteweyên Yekgbûyî de were kirin.