image

PeyamaKurd – Li Cenêvê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, çaremîn gera civînên Komîteya Destûra Sûriyê dest pê dike û dê heta 4ê Berfanbara bê berdewam bike.

Li gor zanyariyan, karnameya civînan ji çend mijaran pêk tê û hin ji wan mijaran; Gotûbêjkirina karnameya gera sêyem a girêdayî xalên bingehîn ên niştimanî û biryardan li ser karnameya gera pêncem ku tê pêşbînîkirin derbarê prensîpên destûrî yên bingehîn be.

Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen roja Yekşemê konferanseke rojnamevanî li Cenêvê li dar xist û behsa gera nû ji danûstandinên Komîteya Destûrê kir û diyar kir: “Her niha civîna min li gel Koma Civaka Sivîl bi dawî hat, ku weke koma sêyem tê naskirin û beşek ji Komîteya Nivîsîna Reşnivîsa Destûra Sûriyê ye. Her îro jî li gel nûnerên şanda Hikûmetê û şanda opozsiyonê civiyam. Kêfxweş im nîşanê bi wê yekê bidim ku piştî gotûbêjên himbiz li gel berpirsên tendirustî yên Swîsreyê û hevahengkarên her sê şandan, dibe sibê em dest bi civînê bikin.”

Berê jî şandiyê navdewletî nîşan bi wê yekê dabû ku, hê gelek nakokî hene, lê hinek xalên hevbeş jî di navbera her du aliyan de hene û ew kar li ser zêdekirina wan xalên hevbeş dikin.

Pirsa desthilatên serokomar û mijara kesên girtî, revandî û windayî ji pirsên aloz in, di van danûstandinan de.

Herwiha Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen destnîşan jî kir: “Em dixwazin pêşketinê di karê Komîteya Destûrê de bibînin, ew mijarek li cem Sûriyeyiyan bi xwe ye ku biryar li ser tê dan. Lê girîng e piştgiriyeke navdewletî hebe ji bo wî karê em dikin. Çavê min li wê yekê ye ku hefteya bê gotûbêjên himbiz û baş bibînin û bikaribin gaveke bêhtir bavêjin, ji bo gihiştina bi armanca diyarkirina binemayên destûrê, ku biryar e di meha Çile de gotûbêj derbarê wê bê kirin.”

Şanda Hikûmeta Sûriyê ji roja Şemiyê ve gihiştiye Cenêvê û Serokê şanda opozisyonê Hadî el-Behre jî diyar kir, ku ew ê beşdarî cîvînan bibin.