
PeyamaKurd - Wezareta Bergiriya Fransayê ragihand ku di encama êrîşeke çekdaran de 6 leşkerên frensî birîndar bûne.
Wezaretê diyar kir, doh 9ê Çile li dijî binkeyeke wan a leşkerî ya li herêma Cûrma ya Maliyê, êrîşek pêk hatiye û 6 leşkerên wan hatin birîndarkirin.
Hat eşkerekirin ku rewşa 3 leşkeran giran bûye û bo Fransayê hatine veguhestin.
Hefteyek berê jî 5 leşkerên frensî li heman herêmê di encama teqandina otomobîlekê de hatibûn kuştin.
Add Comment: