image

PeyamaKurd- Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê rewşa Kovid-19 ê îro aşkera bû. Jimara miriyên ji ber Kovid-19 ê îro 19 ne. 996 kes jî îro nexweş ketin. Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca rewşê weha ragihand:

4.845.669 test heya îro hatine kirin.

   231.869 kes heya îro bi nexweşînê ketine.

   215.516 nexweş heya îro baş bûne.

       5.710 nexweş heya îro mirine.

            19 kes îro mirin.

          996 kes îro bi nexweşînê ketine.

          981 nexweş îro baş bûne.

          586 nexweş halên wan girane.

       % 8.7 nisbeta di nexweşan de yên ku zaturre bûne.

Li van bajaran halê Kovid-19 ê gelek xerabe: Ankara, Mêrdîn, Diyarbekir, Gaziantep (Dîlok), Konya. Li 36 bejaran ev 3 rojin ku nexweşên halên wan giran tine ne.