image

PeyamaKurd – Hinek grûbên Haşdî Şabiyê ji deverên ser sînorên Iraq û Sûriyê vekişiyan. Nûçe ji aliyê çavkaniyên hêzên ewlehiya Îraqê de hat serwîskirin ku hinek grûb ji bajarê Anbarê ji ser sînorê navbera parêzgehê û ser sînorê Sûriyê vekişiyane. Hinek ji grûban jimareyên xwe kêm kirine.

Ew tevgera li ser sînor ji ber ku Amerîka gotibû wê bersiva êrîşa ser baregeha hewayî ya li Ayn el-Esedê bidin vekişiyane an hêzên xwe kêm kirine.

Li aliyê dinê grûbên Ketaîb Hîzbûllah, Ketaîb Seyyîd’uş Şuheda û hinek grûbên din li deverên El-Qaîm û Ebû Kemalê di nîzama xwe de hinekî guherînan çêkirine.