image

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna online ya partiya xwe de, li ser doza ku ji ber bûyerên sala 2014an ji nû ve li parlamenter û rêveberên HDPê hatiye vekirin axivî û got: “Doza 6-8ê Cotmehê dişibe Doza Leipzigê ku Hitler di rêya diktatoriyê de bikar anîbû.”

Di civîna online ya Meclîsa HDPê de, Mîthat Sancar diyar kir ku êrîşên li ser HDPê berdewam in ku gelek sedemên wê yên pir alî hene û got, “Êr”şên li ser HDPê tenê HDPê nakin armanc. Tenê ne Pirsgirêka HDPê ye. Di heman demê de li dijî gelê Kurd e. Lê tenê mesele ne Pirsgirêka Kurd e jî. Berevajî pirsgirêka civaka Tirkiyê û hemû gelên Tirkiyê ye.”

Sancar li ser qebûlkirina doznameya “Lêpirsîna Kobanê” jî da zanîn ku desthilat wê bûyerê wek kartekê di destê xwe de digire û gava dikeve tengasiyê û kêngê jê re lazim dibe wê gavê ji bo berjewndiyên xwe bikar tîne.

Mithat Sancar bibîr xist ku ew yek li dijî hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş hate bikaranîn û wiha axivî:

“Armanca AKP ji vê yekê ew e ku  dixwaze têkoşîn û berxwedana HDPê û gelê Kurd bişkîne û dixwaze dîktatoriya xwe bi dengên gel rewa bike. Ji bo vê jî li gorî xwe divê HDP bê bêbandorkirin. Lê nikarin vê pêk bînin, lewma li dijî HDPê operasyon û êrişan dikin. Gava min ev doznamê xwend, ewilê şewitandina Rechstaga (Parlemento) Almanyayê ya di 1933an de hat hişê min. Di meha Sibata 1933an de  parlementoya Almanyayê hat hilweşandin. Ev bûyer di kîjan mercan de pêk hat? Hitler bûbû serokwezîr û biryara hilbijartinên giştî wergirtibû. Ev biryara hilbijartinên giştî ji bo wî yek ji girîngtirîn gavên ber bi dîktatoriyê bû. Di heyama pêvajoya hilbijartinê de ji bo partiyên din bêdeng bikin lîstik çêkirin. Di 27ê Şibatê de agir bi parlementoya Almanyayê xistin û hilweşiya. Piştre jî dest bi operasyonan kirin.

Hitler û kadroyên wî îdîa kirin ku komunîstan ew agir derxistiye. Yekser dest bi qedexeyan kirin. Ji xeynî partiyeke ku nêzîkî wan, xebatên hilbijartinê yên hemû partiyên din qedexe kirin. Paşê dozek hat vekirin. Ev doz li bajarê Leipzigê hat dîtin. Dozeke dirokî ye. Doz li ser yekî ku hemû raya giştî ya cîhanê wî nas dikir hat meşandin; Dimitrov. Lê Dimitrov nehat darizandin. Berevajî Dimitrov rejîma Naziyê darizand.”

Sancar li ser Doza Leipzige û doznameya Kobanê got: “Ji bo dîktatoriyê ew amûra herî girîng bû ku Hîtler bikar anî, bahaneya herî girîng bû. Paşê hatiye fêmkirin ew agir ji aliyê Naziyan ve hatiye derxistin ji bo opozisyonê tasfiye bikin. Berpirsên bûyerên 6-8ê Cotmehê AKPê ye. Bûyerên ku ew jê berpirsin me didarizînin hewl didin xwe jê xelas bikin. Ji ber vê yekê HDP kirine hedef. Lê wê bi ser nekeve.”