image

PeyamaKurd – Di derbarê destpêkirina gotûbêjên atomî bi Amerîka re, Serokê Encûmena Şarezayên Îranê Muhsîn Rezayî diyar kir û got, Tehran bo gotûbêja atomî, amade ye eger Washington di nava salekê de cezayên li ser Îranê rake.

Serokê Encûmena Şarezayên Îranê Muhsîn Rezayî da zanîn, Tehran bo destpêkirina gotûbêjên atomî amade ye, eger Amerîka û welatên rojava amajeyeke zelal pêşan bidin ku cezayên ser Îranê di hindurê salekê de rakin.

Muhsîn Rezayî destnîşan kir:  “Amerîka û welatên rojava, dikarin rabigihînin û garantiyê bidin me ku hemû cezayên ferzkirî yên ser Îranê herî kêm di hindurê salekê de rakin.”

Rezayî ji medya rojava re axiviye û eşkere kiriye: “Di hindurê salekê de Îran gav bi gav ligel gotûbêjan diçe û divê her meh û di dema danûstandinan de hinek ceza bi taybetî yên ku bo me girîng in, ji ser me bên rakirin.”

Derbarê çawaniya rakirina wan cezayan de Rezayî dibêje: “Cezayên taybet bi veguhestina darayî û ew rêkarên dijwar ku bankeyên Ewropayê li ser Îranê ferz kirine di yekem meha gotûbêjan de bên rakirin” û cezayên ser sektora petrolê jî li gor Rezayî, bo Hikûmeta Îranê girîng in.

Rezayî diyar kir: “Şiyana Îranê heye, çavkaniyên pirreng û cuda li ser asta cîhanê li gor yasa û normên navdewletî bikar bîne, da ku Amerîka paş de gavan biavêje û cezayên ser Îranê rake.”

Hêjayî gotinê ye, axaftina Rezayî li ser asta navxwe ya Îranê bûye sedema karvedanan û Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Cewad Zerîf di Twittekê de daye zanîn: “Sîstema siyasî ya Îranê, pirtevger û enerjî ye û nerînên cuda tên pêşandan, lê nabe ew nerîn têkelî siyaseta dewleta Îranê bên kirin. Ez wek Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê û danûstandinkarê gotûbêjên atomî, di nêzîk de planeke binyatger bi rêya kanalên dîplomatîk tînim ziman.”