image

PeyamaKurd – Di derbarê civîna Sîstanî û Papa Francis de, ofîsa Merciya Şîeyên Iraqê beyanameyek belav kir.

Papa Francis, îro serdana Necefê kir û bi Merciya Şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî re civiya.

Piştî civînê, ofîsa Merciyê Şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî diyar kir, Sîstanî û Papa Francis, guftûgo derbarê wan astengiyên rastî mirovahiyê hatine kirine û amaje bi rola baweriya bi xwedê û peyamên wî kirine.

Herwiha di beyanameyê de hatiye destnîşankirin, Papa û Sîstanî guftûgo derbarê çend babetekî din ên pêwendîdar bi mirovahiyê ve kirine, ku wek zulm, hejarî, tundiya olî û fikrî, dijatîkirina azadiyan, nebûna dadperwerî, şer, dorpêçên aborî û koçberî û pirsgirêka Filîstînê jî hatiye guftûgokirin.

Ofîsa Merciya Bilind a Şîeyên Iraqê eşkere kiriye, Sîstanî behsa rola kesayetiyên bilind ên olî ji bo sînordarkirina wan pirsgirêkan kiriye û hêvî xwestiye ku ew kesayetiyane, welat û bi taybet jî hêzên mezin teşfîq bikin bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aqilane û dûrketina ji şer.

Ayetulla Elî Sîstanî, behsa pêgeha Iraqê û dîroka wê kiriye û hêvî xwestiye ew krîz û pirsgirêkên niha derbas bike û Mesîhî jî li Iraqê di nav aramî û bi aştiyane û dabînkirina mafên destûrî ve jiyan bikin.