image

PeyamaKurd - Fraksîyona Hêzên Iraqê ya meclisa Bexdayê ragihandiye ku biryara Donald Trump ku hêjmara dîplomatên balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kêm bike û hinekan vekişîne, weka xeter navandin. Serokê fraksiyonê Redî Dehlikî bo medya Iraqê ragihand û da zanîn ku vekişîna dîplomatên Amerîkî metirsiyeke nû dirist dike û wê destêwqerdanên li herêmê zêde bibin.

Dehlikî got ku belavbûna hêzên çekdar li seranserê Iraqê bûye sedema ku aramiya welat nemaye û dewlet nema kare wan hêzan kontrol bike. Hukumet heya niha nikare wan hêzên ku êrîşê ciyên stratejîk kirine aşkera bike.

Redî Dehlîkî ji Kazimî xwestiye ku têbigihê bê ku divê ber li wan êrîşan bên girtin û wan hêzên çekdar yên nerewa kontrol bike. Eger neke, tirsa aloziyê û şer li herêmê heye.