image

PeyamaKurd – Serokê Banka Navendê (Fed) yê Amerîkayê  Jerome Powell di konrgre ya Amerîkayê de axifî û mijarên aboriyê, îstîhdam û enflasyonê xiste rojevê û behsa têkiliya wan bi rewşa pandemiyê re kir. Serokê Fed ê Powel weha got:

“Aborî, îstîhdam û enflasyon ji hedefên me gelek dûrin. Di hefteyên dawiyê de, pêketiyên Kovid-19 ê yên nû û kesên bi wê sedemê li nexweşxanê radizên jimareyên wan kêm dibin. Aşiyên ku dewam dikin hêviyê didin me ku heya dawiya vê salê her tişt normal bibe. Tevî van hemû halên han, xwedana hev ya aboriyê bê ser û bere, ji temamkirinê dûre û rêya li pêşiyê pir zelal nîne. Lewra dibe wexteka zêde dewam bike.”

Powell her tiştî bi tedbîran ve girêda û got ku ew biryarê dane da xwe bigihênin îstîhdama herî zêde, di bihayan de bigihên hedefa destnîşan kirine ya bo îstîqrarê.