image

PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê bi nameyekê daxwaz ji Netewên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê kir, sînorekê ji êrîşên Îsraîlê yên bi ser Sûriyê de deyne.

Wezareta Derve ya Sûriyê nameyek ji NY û Konseya Ewlekariyê re şand ku tê de êrîşên Îsraîlê yên çend rojên borî li ser Dêrazorê ku milîsên Îranî kiribûn armanc şermezar kir û daxwaz kir sînorek ji wan êrîşan re bê danîn.

Wezareta Derve di nameya xwe de got: “Ev êrîşên Îsraîl li ser Dêrazorê bi binpêkirinên Hêzên Sûriyeya Demokrat li Hesekê re hevdem in. Ev jî tê wê wateyê ku rêkeftinek û hevrêzî di navbera hemû dijminên Sûriyê de heye, da ku ajandeyên xwe li Sûriyê pêk bînin û projeyên perçekirina xaka Sûriyê cibicî bikin.”

Wezareta Derve daxwaz kir, ta ku bi rola xwe rabin û di çarçoceya belgeyên navdewletî û parastina aştî û ewlehiyê de rê nedin ev êrîşên Îsraîlê dubare bibin.

Di encama êrîşên çend roj berê yên balafirên Îsraîlê de, herî kêm 55 milîsên îranî û çekdarên bi ser artêşa Sûriyê ve hatibûn kuştin.