image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên dawî yên vîrusa koronayê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî tabloya 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê, 66 kesên din ji ber koronayê mirine û 8 hezar û 424 kesên din jî pê ketine.

Bi 66 wefatên din re hejmara mirinan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihnîşt 28 hezar û 569 kesan, ya pêketiyan jî 2 milyon û 701 hezar û 588 kesan.

Herwiha li gorî amarên fermî heta niha hejmara nexweşên baş bûne jî gihîştiye 2 milyon û 572 hezar û 234 kesan ku niha 1,091 nexweşên giran jî di bin çavdêriyê de ne.