image

PeyamaKurd – Cîgira serokê Meclisa Federal ya Almanyayê Roth li ser gotinên serokê Tirkiyê Tayip Edoğan ku bo serokê Fransayê Emmanuel Macron serf kir, bertekê nîşan da û got ku Erdoğan sînorê terbiye û rêzgirtinê derbas dike. Erdoğan gotibû ku pêdiviya Macron di asta zekayê an zêhnê de bi tedawiyê heye. Li ser gotina Erdoğan li Awrûpayê bertekên li hemberê wî her diçe zêde dibin. Claduia Roth bo ajansa nûçeyan ya Almanya (dpa) weha got:

“Erdoğan weka kesayetî, heqaretê li Macron dike lê esas ew êrîşê Awrûpayê dike, êrîşên wî nayên qebûlkirin û divê bi awayekî tund bê şermezarkirin. Erdoğan bi van gotinên xwe sînorê xwe yê terterbiyê, rêzgirtinê û berpirsiyariya ku bi zilamê dewletê dikeve, derbas dike û bo kirasekî ji siyaseta xwe ya şaş ya welatê xwe re bibîne, gotinên tundê nijadperestî dibêje.”

Roth, di dewama axaftina xwe de weha got:

“Di vî halî de divê Awrûpa bê ku teredutê bike, li ser asasê normên dewteletê yê hûqûqê û qiymetên demokrasiye biparêze û temamê demokratên Tirkiyê destek bike. Divê malên bergiriyê nê firotin bo Erdoğan. Dawî li temamê hevkariyên parastinê bîne û hevkariya aborî ya bi Tirkiyê re ji nûh de çav lêbigerîne.”