image

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Sûriyê îmzekirina girebesta petrolê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û kompanya petrolê ya Amerîkî de, bi tundî şermezar kir.

Du roj berê senatorê bihêz ê eyaleta Karolîn a Amerîkayê Lindsey Graham ragihandibû ku wî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re pêwendiyeke telefonî pêk aniye û piştre jî hatibû ragihandin ku HSDê bi kompaniyeke petrolê ya Amerîkî Delta Crescent Energy re girebestek îmze kiriye.

Li gorî ragihandina medya cîhanê, di çarçoveya wê girebestê de 2 parzûnên (refînerî) petrolê yên veguhêz têne avakirin ku wê rojane 20 hezar bermîlên petrolê berhem bînin.

Li ser vê geşedana ku di heman demê de tê wateya pênasekirina herêmên kontrola HSDê ji hêla siyasî û aborî ve, rejîma Sûriyê deng da.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderekî ji Wezareta Derve belav kir, Sûriye girebesta veberhênana petrolê ya di navbera HSD û kompanyaya Amerîkî de hatiye îmzekirin, bi tundî şermezar dike û wê rêkeftinê bi “dizîna petrola Sûriyê bi serperiştiya Amerîkayê” bi nav dike.