image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Iraqê bi mebesta gotûbêjkirina beşa ava Iraqê ya ji ser çemên Bakurê Kurdistanê yên Dicle û Firatê tê, di nava vê mehêde serdana Tirkiyê dike.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê On Ziyab li ser serdana şanda Iraqê got: “Ji bo gotûbêjkirina li ser dabînkirina beşa ava Iraqê, biryar e nava vê mehê şandeke bilind a hikûmeta Iraqê serdana Tirkiyê bike, lê heta niha endamên şandê nehatine destnîşankirin.”

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê da xuyakirin ku ew dixwazin li ser mijara avê rêkeftina dawî çêbikin û diyar kir: “Lihevkirin an rêkeftin zêdetir bi amadebûna Tirkiyê ve girêdayî ye, ew rêkeftin jî gelekî girîng e û divê bê kirin, ji ber bêyî wê rêkeftinê di siberojê de em nikarin ava pêwîst ji bo bikarhêneran dabîn bikin, ev jî pirsgirêkan ji me re çêdike.”

Berî niha jî Wezareta Çavkaniyên Avê ragihandibû ku biryar e 15ê Çile şandeke hikûmî bi serokatiya Wezîrê Çavkaniyên Avê Mehdî Reşîd serdana Tirkiyê bike, ji bo gotûbêjkirina reşnivîsa protokola Encûmena Wezîrên Iraqê ku mekanîzma hevkariya ligel Tirkiyê îmze kiribû.